• Sunday, 24 November 2024
logo

Li Hewlêrê bajarekî kevnar hat dîtin

Li Hewlêrê bajarekî kevnar hat dîtin
Li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê bajarekî dîrokî û kevar hat dîtin ku tê gotin paytexta împaratoriya Aşûrî bûye û kevbûna wê 3 hezar û 400 sal e.

Tîma lêkolînê ya Liyona Fransa ku li ser şûnwarên Hewlêrê lêkolîn dike, îro (20.05.2013) encamên sêyemîn qonaxa lêkolînên xwe di civîneke rojnamevanî de ji raya giştî re ragihand.

Tîma lêkolînê ya fransî diyar kir ku li girê Şemamik ê Hewlêrê bajarekî dîrokî û kevar dîtine ku paytexta împaratoriya Aşûrî bûye û 1400 sal beriya zayîna Îsa hatiye avakirin.

Li gorî encamên tîma lêkolînê, bajarekî dîrokî yê din jî li girê Şemamikê hatiye dîtin ku 300 sal beriya zayînê hatiye çêkirin.

Tîma lêkolînê her wiha hinek tişt û kûzik û keresteyên kevar ên ku li nav girê Şemamikê de hatibû dîtin nîşan dan û diyar kirin ku kevbûna wan vedigere dewra împaratoriya Sasanî ya Îranê.



Hinek tiştên ku li girê Şemamikê hatiye dîtin

Serokê tîma lêkolînê Olver Duavot got: “Li Kurdistanê gelek cihên kevnar heye. Em dikarin bêjin mirovatiyê li Kurdistanê dest pê kiriye, ji ber ku hinek cihên kevnar hene ku dîtina wan tenê xizmeta dîroka Kurdistanê nake lê dikeve xizmeta hemû mirovatiyê.”

Wî vekolerê fransî ji hikûmeta Herêma Kurdistanê xwest ku girîngiyeke zêde bide cihên kevnar û şûnwarên dîrokî.

Tê gotin zêdetirî 1500 cihên kevnar û dîrokî li parêzgeha Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê heye ku cihê herî kevn dikeve girê Pênc Hesarokê û niha jî tîmeke yûnanî li wir lêkolînê dike.


Tê zanîn împaratoriya Aşûrî sala 2000 beriya zayînê hatiye avakirin û nêzîkî hezar salî dom kiriye. Dewleta Aşûrî sala 1800 beriya zayînê êrişî Hewlêr û Mûsilê dike û dixe bin kontrola xwe.

Rudaw
Top