• Saturday, 04 May 2024
logo

Barzanî û Erdogan civînek li darxist

Barzanî û Erdogan civînek li darxist
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê duh li Hotêla Green Parka Amedê civyan.

Civîna Barzanî û Erdogan li Amedê piştî saatek û nîv bidawî bû.

Biryar bû Erdogan piştî şîvê daxuyaniyekê bide lê li gorî agahiyên peyamnêrên Rûdawê, li şûna Erdogan, Waliyê Amedê daxuyanî da.


Derheqê naveroka hevdîtina navbera Barzanî û Erdogan de jî hat gotin ku di civînê de her du lîderan li ser pêwendiyên aborî yên navbera Hewlêr û Enqerê, rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, pêvajoya aştî û çareseriyê her wiha vekirina hinek deriyên sînorî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de gotûbêj kirine. - See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/1611201318#sthash.x9iwrvhJ.dpuf
Top