• Saturday, 23 November 2024
logo

Lîsteya Dewlemendên Cîhanê a Forbesê eşkere bû

Lîsteya Dewlemendên Cîhanê a Forbesê eşkere bû
Ji aliyê kovara bi navê Forbes ve, ku her sal wek kevneşopiyekê, li cîhanê navên herî dewlemend tesbît dike û eşkere dike, îsal jî li ser rûyê erdê lîsteya mirovên herî dewlemend hate weşandin.
06 Adar 2013 Çarşem 12:26

Li gorî lîsteya kovara Forbes a dewlemendên cîhanê, îsal dêwê teknolojiyê yê Meksîkayê Carlos Slim, ku bi eslê xwe Libnani ye, bi 73 mîlyar dolarî, di lîsteya mirovên herî dewlemend a cîhanê de di rêze yekê de cih girt. Xwediyê Microsoftê Bill Gates di rêza duyem de di lîsteyê de cih girt. Patronê fîrma Zara yê Spanî Amancio Ortega jî, bi 57 mîlyar dolarî di rêza sêyem de kete lîsteya herî dewlemendan.
10 Navên herî dewlemend li xwarê ne:

1.Carlos Slim / Helu & family / 73 Milyar Dolar

2. Bill Gates / 67 Milyar Dolar

3. Amancio Ortega / 57 Milyar Dolar

4. Warren Buffet / 53.5 Milyar Dolar

5. Larry Ellison / 43 Milyar Dolar

6. Charles Koch / 34 Milyar Dolar

7. David Koch / 34 Milyar Dolar

8. Li Ka-shing / 31 Milyar Dolar

9. Liliane Bettencourt & family / 30 Milyar Dolar

10. Bernard Arnault & family / 29 Milyar Dolar

Avestakurd
Top